Metîn Ewr: Apê Mûsa dirêjiya fîlmekî 72 sal domiya ye

Sedat Bariş
Dema sînemagerek biryara xwe dide û dibêje ezê jî bibim sînemager, cara yekem bi kurtefilîm dest pê dikin. Rêwitiya sînemageran di dinyê de li herderê wisa dest pê dike. Derhênerê navdar yê îtalî Fellînî, pêşiya metrajdirêj sinema bikêşîne 8 kurtefilîman dikêşîne û pişt re ji ber wê navê filîma xwe ya yekem metrajdirêj dike “8,5”.

Derhênêrê navdar yê Îranî Abbas Kîarostamî cara yekem bi kurtefilîma xwe ya “nan û sûk” tê naskirinê. Nurî Bîlge Ceylan bi kurtefilîma “Koza” dest bi derhêneriyê kiriye… Em dikarin mînakan zêde bikin.

Di nava kurdan de jî çîrokên sînemageran jî wîsa dest pê dike. Lê kesên dixwazin bi zimanê xwe sînemayê bikin pirsgirêkên cûda derdikevin pêşiya wan. Wekî zextên li ser ziman, rewşa aborî, aliyê teknîkê û salon dîtin… Lê dîsa jî kesên van firsendan tabanına û filîma dikêşînin di dinê de eleqeyê tabanının. Sînemager Metîn Ewr filîmekî kurdî yê bi navê “Çerx” kêşaye û di cîhanê de heya niha di 50 festîvalan de hatiye nîşandan û 13 xelat girtine. Me bi Metîn Ewr re axivî…

Metîn Ewr di serî de hûn bi xêr hatin… We kurtefilîmek bi navê Çerx çêkiriye û di cîhanê de gelek xelat girtine em we pîroz dikin.

Spas dikim.

Min sinema temaşe kir lê ji bo xwendevanên me ez dipirsim. Mijara filîmê çi ye?

Mijara sinemaya, çîroka generalên piçûk yên Apê Mûsa ye. Em qala zarokên piçûk yên belavkariya rojnameya Ozgur Ulke û têkoşîna wan dikin.

Çima navê filîmê Çerx e?

Çerx berdewamiyek bêdawî ye. Her tim ji bo armancekê dizivire. Konut pergala rojnameya çapemeniya azad jî bi vî rengî ye. Ji roja ku dest bi zîvirînê kiriye bê rawestan her dizivire. Her çiqas serdestan xwestin darik têxin vê çerxê lê nikaribûn vê zîvirînê bidin sekinandin. Wekî din jî tahminen bala we jî kişandiye di sinemaya de jî gelek çerxên dizivirin hene. Mîna çekçeka pê rojnameyê ji derveyê bajêr tînin, ereboka xurdeyan ya ku pê belavkariyê dikin û piskilêt, di vana tevan de çerx hene. Konut jî bizanebûn min bikar anîn.

Em dikarin bêjin cilde konut filîm, filîma generalên piçûk yên apê Musa Anter in an jî çîroka Rojnameya Ozgur Ulke ya belavkarên wê ne? Em dikarin kîjan mijarên din derxin ji filîmê?

Berê jî di derbarê rojnameyê de sinema hatin çêkirin. Belgefîlmek jî hatiye çêkirin lê wekî sinema ya mijara wê cilde zarokên belavkarê niha Çerx e. Wekî din hebin jî min nebihîstiye. Bifikir, rojnameyek li gorî zagonên wan bi awayekî fermî tê derxistin lê belavkariya wê tê qedexe kirin, astengkirin. Belavkar, nûçegihan û nivîskarên wê cilde girtin û qetilkirin. Avahiyên wê cilde bombe kirin.

Hûn heya niha di gelek projeyên kurdî de wekî senarîst jî xebitîne. Musa Anter nîvîskar, rewşenbîrekî bi rûmet bû. Musa Anter bo me sînemageran wateya wî çi ye li gorî te?

Apê Mûsa bi heyîna xwe, bi sekna xwe, bi zimanê xwe, bi nivîsên xwe heqîqeta axa Kurdistanê bû. Û li ser vê axê wekî çinarekê şîn hatiye. Dîsa dibêjim; “dibe ku we şaxên vê ‘Çinarê’ birîbin, lê rihên wê di axê de ne”. Apê Mûsa dîmenek, wêneyek, framek e. Çîrok e, di çîrokê de leheng e, dîroka lehengî û berxwedariyê ye. Apê Mûsa dirêjiya fîlmekî 72 salan domiya ye. Ne ji bo me sînemageran deriye, ji bîra Apê Mûsa îro sînemager jî, şanoger jî stranbêj jî tasên xwe dadigirin.

Pevajoya kêşanê çawa derbas bû? We filîm li kuçeyên Amedê kişand. Atmosfer û aloziya baş yê salên 90î derketibû. Hestek çawa derket holê? Ez bawer im li Amedê alikarî û pişgirî zêde bû ne wîsa?

Ji ber ku heta niha min derhênerî nekiribû û di setên fîlman de cih negirtibû kêşan ji bo min bi tirs bû. Lê ji ber ku di tîma kêşanê de û tîma çêkeriyê de kesên cih digirtin ez bi wan bawer bûm bo fîlmekî çêbikim. Ji ber ku sinemaya demî bû, me jî bêtir bala xwe da ku wê atmosfera salên 90î derbixin. Lê tu çiqas hewl bidî jî bi demê re avahîsazî, rewşa derdorê, reng û şikil diguhere. Me jî bêtir li cih û kuçeyên ku zêde nehatine guhertin kêşanên xwe kirin. Di dema amadekirin û kêşana sinema de bi awayekî hest car caran ew demên berê zindî dibûn. ji aliyê alîkarî û piştgiriyê ve pirsgirêk dernakeve li Kurdistanê. Deriye pirsgirêkek heye ew jî astengkarên li hemberî çand, huner û zimanê kurd e, ew îşê me xera dikin. Dema me kêşan dikir demsal zivistan bû û qedexeyên derketina derve ya ji ber şewba qoronayê hebû, pir caran me zehmetî jiya. Di sinema de nêzî 30 kesî cih digirt. Di tîma me de kesekî xerîb tune bû. Me konut sinema bi hêza xwe kêşa. Û mesken sinema ne min tîma me kêşa, ked û serkeftina wan e. Kêşanên me sê rojan berdewam kirin.

Lîstikvanên we wekî Kemal Ulusoy, Omer Şahîn, Sena Ozbey kesên filîman de berê lîstibûn yên bi deneyim jî hebûn. Wekî din jî lîstikvanên nû yên ciwan jî hebûn. Aliyê lîstikvaniyê de ew lîstikvaniya hûn dixwazin derket holê?

Ji Kemal abê, Omer û Sena re spasiyên xwe dikim ji ber ku wan lîstikvanên ciwan jî motîve kirin. Hûn jî dizanin lîstikvaniya sînemayê ji bo me kurda qadeke nû ye. Ji aliyê dîtina lîstikvanên zarok û ciwan de kes tune ye. Yê di sinema de cih girtin bi tevahî şagirtên saziyên me û zarokên malbatên me bûn. Ji ber ku lîstikvanî nekiribûn û cara yekem bû cih digirtin bi kelacan bûn, li ber kamerayê şerm dikirin, hinekî jî ditengijîn.

Filîma Çerx heya niha li ku derê û çiqas geriya ye û eleqeyek çawa dît?

Ev nêzî salekê ye em sinema dişeynin festîvalan. Heta îro li 50 festîvalan hatiye hilbijartin û nîşandan. Ji nîşandan û hilbijartina diyare ku eleqeyek baş heye.

Filîm heya niha çend deran de xelat standiye?

Fîlmên me heta niha 13 xelat girtine.

Hûn xwe wekî sînemagerek kurd dihesibînin û filîmên xwe bi zimanê kurdî dikşînin. Ji her ali de kurd ji bo xwe îfadekirinê pirsgirekan dikşînin. Ji bo we sînamegeran jî pisgirekên çawa derdikeve holê?

Pirsgirêka sereke ya heyî bi min pirsgirêka azadiyê ye. Huner jî parçeyek vê civakê ye. Hilma civakê ye. Dema tu azadiya gelekî dorpêç bikî, sînoran li ser xaka wê deynî, qirkirinekê li ser çand û zimanê wê pêk bînî, hunera wê talan bikî û bidizî, kirasekî din lê bikî û navekî din lê deynî wê ew kes, ew civak, ew hunermend çawa bijî? Konut rewş ji bo sînema û sînemageran jî derbasdare. Mînak, tu bixwazî sinemaya çîroka xwe bikêşî di vê pergala heyî de tu yê nikaribû bikêşî ji ber ku wê asteng bike an jî nehêle. Divê ji bo li ser vê axê fîlmekî bikêşî hewceye tu destûrê ji dewletê bixwazî. Mesken jî dike ku an tê çîroka xwe biguherî an jî divê tu bi dizî karê xwe bikî û her tiştî bidî ber çavê xwe. Wekî din em pirsgirêka îfadekirinê najîn, dema em xwe îfadedikin em cilt astengkirin. Ji bo fîlman, şanoyan û konseran nîşandan cilt qedexe kirin, cilt betalkirin. Betalkirina konser, pêşangeh û nîşandan tê wateya qedexekirina zimanê te, çanda te.

Li gorî te sinemaya kurd di çi astê de ye û çawa pêş bikeve?

Bi min sînemaya kurd ji zûde welidiye lê li xerîbistanê bû. Niha hatiye mala dayika xwe û ji nûv de bi çapelka dimeşe.

Li vir şûnve projeyê we henin? Hûn dikarin bi me re parve bikin?

Projeyên nû hene. Min çend senaryo amade kirine. Vê payîzê ezê sinemaya duyem bikêşim. Ew jî kurtefîlm e.

Dawiya heypeyvînê de tiştên hûn dixwazin bêjin henin?

Ez jî spas dikim ku we mesken derfeta “xwe îfadekirinê” da min. Di dawiyê de dixwazim tiştekî bînim ziman. Rewşa ku em kurd têdene li Bakur neguheriye û heta mesken feraseta nijadperestî hebe wê neguhere. Binêrin, îro jî em bi heman pirsgirêk û rewşê re rû bi rû ne. Rewşa ku di salên notî de çawa bû me di Çerxê de anî ber çav îro jî em bi çavê xwe tabanının. Du roj berê 21 rojnamegerên bi rastî rojnamegerî dikirin hatin binçavkirin û hîn jî tabanın çav de ne. Konut pergal ji rastiya ditirse, ji ber wê ye naxwaze rastî bigihîje civakan. Lê rastî tu carî di tariyê de namîne.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.